Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Krîza Îranê: Îdîaya 'Dibe ku DYE dawiya hefteyê êriş bike'

Hate îdîakirin ku DYE'yê hêzeke mezin a deryayî û hewayî li Rojhilata Navîn bi cih kiriye û ji bo operasyoneke gengaz a leşkerî ya li hemberî Îranê amadekarî kiriye.

Li gorî nûçeyên CNN û CBS, artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) amade ye ku eger Serok Donald Trump fermanê bide dawiya hefteyê li Îranê bixe.

Li gorî AFP'ê jî analîsta Navenda Karên Navneteweyî û Stratejîk (CSIS) Susan Ziadeh got, "Hebûna hêzeke ewçend mezin a êrişê ya li herêmê bi tena serê xwe dînamîkekê diafirîne. Carna sekinandina vê û gotina 'Em ê tiştekî nekin' hinekî zehmet dibe."

2 KEŞTIYÊN BALAFIRAN HATIN VEGUHESTIN

Di halê hazir de 13 keştiyên şer ên DYE'yê li herêmê ne. Di nava van de keştiya balafiran USS Abraham Lincoln ku dawiya meha Çileyê gihîşt herêmê, 9 destroyer û 3 firkateynên sivik hene.

USS Gerald R. Ford jî ku yek ji keştiyên herî mezin ê balafiran ên cîhanê ye di ser Okyanûsa Atlantîkê re ber bi Kendavê ve diçe.

Hate ragihandin ku keştî li gel sê destroyeran ber bi herêmê ve hatiye şandin. Weke rewşeke ne ji rêzê tê dîtin ku di heman demê de 2 keştiyên balafiran ên DYE'yê li Rojhilata Navîn wezîfeyê bikin.

DYE'yê her wiha balafirên F-22 Raptor, F-15 û 1-16 her wiha balafirên sotemeniyê KC-135 jî li herêmê bi cih kiriye. Tê gotin, balafirên şopandinê yên radarê û balafirên kargo yên leşkerî çalak in.

HIŞYARÎ

Serok Trump gelek caran anî ziman ku eger di mijara bernameya nukleerê ya Îranê de encamek ji hevdîtinan neyê bidest xistin wê destwerdana leşkerî bikin. Trump meha Hezîrana 2025'an ferman dabû ku êrişa hewayî li ser sê navendên nukleerî yên Îranê bê kirin.

Trump hefteyên derbasbûyî jî hişyariya "encamên travmatîk" da Tehranê û dibetiya guhertina rejîmê jî xist rojevê. Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt anî ziman ku lihevkirin wê ji bo Îranê bibe "aqilane" û got, "Ji bo êrişekê gelek hincet û arguman hene."

Alîkarê Serokê DYE'yê JD Vance jî anî ziman ku di hevdîtinên dawî yên li Swîsreyê de Îranê hin "xetên sor" qebûl nekiriye.

Li gorî pisporên stratejîk zêdebûna hêzên leşkerî li herêmê bi tena serê xwe hêmaneke zextê ye. Tê gotin, eger pêvajoya dîplomatîk bixitime, dibe ku bi lez rewş veguhere operasyoneke leşkerî.